XEZE
Hat ragihandin piştî ku dema agirbestê qediya, Îsraîlê êrîş bir ser Xezeyê. Di êrîşan de yek jê jineke ducanî, 3 jê zarok, bi tevahî ji heman malbatê 7 kes mirin, 8 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Eşref el Kudrayê ku wezîfeya wî li Xezeyê didome daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Îsraîlê êrîş bir ser Deyr el Belha herêma Xezeyê û di êrîşê de yek jê jineke ducanî, 3 jê zarok, bi tevahî ji heman malbatê 7 kes mirin, 8 kes birîndar bûn.
Kudra diyar kir ku mirî û birîndar anîn Nexweşxaneya Şuheda el Eqsayê.
Bi vî awayî piştî ku dema agirbestê qediya û vir ve Îsraîlê êrîş kir û di êrîşan de hejmara miriyan derket 9an, ya birîndaran jî derket 61ê.