Li Japonyayê salvegera 70yemîn ya bobeleta Hîroşîmayê û kesên di bobelatê de miribûn bi merasimekê hatin bibîranîn.
Merasima bîranînê li Parka Aştiyê ya nêzî cihê ku lê êrîş hatibû kirin hat lidarxistin.
Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe, Balyozê DYAyê yê Japonyayê Caroline Kennedy û ji welatên cuda 100î zêdetir nûner beşdarî merasimê bûn.
Bi deh hezaran kes ji bo kesên ku di êrîşî de miribûn di saet 8.15yê dema bombebaranê ye de rêz girtin.
Li Hîroşîmayê di êrîşa bombeya atomê da ewil 70 hezar kes, piştî wê navbera du û çar mehan de jî nêzî 200 hezarî kes miribûn.
Piştî salên din jî ji ber nexweşiyên radyasyonê gelek kes miribûn.