ANKARA
Hat ragihandin ku li fabrîqeya Mîtsûbîshiyê ya li bajarê Mîeyêya Japonyayê teqîn çêbû, di teqînê de 5 kes mirin 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya BBCyê li fabrîqeya Mîtsûbîshiyê ya ku li bajarê Mîeyê amûrên sîlîkon çêdike, teqîn çêbû.
Tê texmînkirin ku reaksiyoneke kimyewî bû sedemê teqînê.