ÎSTANBÛL
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) encamnameya 11mîn civîna Lijneya Giştî ya ku li Îstanbûlê li dar xistibûn belav kirin.
Di danezana girtinê de hat diyarkirin ku di civînê de serokê SMDKyê, 3 alîkarên wî, sekreterê giştî û şandeya siyasî ya nû hat hilbijartin û beşdarbûna Konferansa Cenevre-2yê hatiye nirxandin û ji bo beşdarbûnê jî salnameya xebatê hat amadekirin.
Di hilbijartinê de Ahmed el-Carba dîsa wek serok, ji bo alîkariya wî jî Nûra el-Emîr, Dr. Abdûlhakîm Beşşar û endazyar Mûhammed Farûk Tayfûr hatin hilbijartin. Dr. Bedr Camûs jî ji bo Sekreteriya Giştî ya SMDKyê ji nû ve hat hilbijartin.
Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku li ser beşdarbûna Konferansa Cenevre-2yê jî sekinî û ji bo vê mijarê gelek niqaş hatine kirin. Wek ku di daxuyaniyên berê de jî hatibû diyarkirin armanca sereke ew e ku qeyrana li Sûriyeyê bi rêyên siyasî bên çareserkirin.
Tê hêvîkirin ku Lijneya Giştî ya SMDKyê ji bo beşdarbûna Konferansa Cenevre-2yê dê di 17ê çileya paşîn de kom bibe û li ser vê mijarê bisekine.