SÎNGAPÛR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo serdanên fermî li Sîngapûrê ye. Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long bi merasima leşkerî pêşwaziya Erdogan kir.
Ji bo serdana Serokwezîr Erdogan li ber Qesra Serokomartiya Îstanayê merasima leşkerî hat lidarxistin. Merasimê bi xwendina sirûdên her du welatan ve dest pê kir. Serokwezîr Erdogan û Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long silav dan desteya merasimê.
Hevsera Erdogan Emîne Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Bulend Arinç, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan jî beşdarî merasimê bûn.
Serokwezîr Erdogan piştî merasima fermî ya pêşwaziyê bi Serokomar Yam re hat bal hev. Hevdîtinê nêzî nîv saet dewam kir.
Serokwezîr Erdogan pişt re li Qesra Serokomartiya Îstanayê bi Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long re hat bal hev. Hevdîtina wan piştî dîmen kişandinê bêyî çapemeniyê dewam kir.
Serokwezîr Erdogan û Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long piştî hevdîtinê beşdarî merasima îmzeyê bûn û mijarên ku her du dewletan li ser lihevkirin hatin îmzekirin û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Erdogan destnîşan kir ku li Sîngapûrê 700 welatiyên Tirk dijîn û ji civata Sîngapûrê jî kêfxweş in û wiha axivî: "Divê di navbera her du welatan de balafir rasterast herin û werin. Tirkiye biryardar e ku têkiliyên xwe yên bi Sîngapûrê re xurttir bike. Ji van têkiliyan ya herî girîng jî peymana bazirganiyê ya serbest e. Me îro jî ji bo vê gav avêtin. Wezîrên me dê li gor bingeha Wîn wînê li ser vî karî bixebitin û demeke kurt de biqedînin. Me li ser vê mijarê li hev kir. Wezîrên me dê bingeha vê çêbikin û bînin ber me."
Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long jî got ku serdana Serokwezîr Erdogan ji bo têkiliyên di navbera her du welatan de girîng e.
Serokwezîrê Sîngapûrê Lee, destnîşan kir ku ji bilî van di hevdîtinê de li ser bazirganiya serbest li hev kirine û biryar dane ku di navbera Sîngapûr û Tirkiyeyê de muzakereyên vê bazirganiyê dê dest pê bikin.
Lee, daxuyand ku bi îmzekirina peymana têkoşîna bi terorê re ya di navbera hikûmetan de dê her du hikûmetan ji terora navneteweyî xwe biparêze.
Di civînê de di bin nezareta Serokwezîr Erdogan û Serokwezîrê Sîngapûrê Lee Hsîen Long de Peymana Têkoşîna Terorê hat îmzekirin.