BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî di axaftina xwe ya heftane de got: "Heta ku qira El-Qaîde û hevkarên wan bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Malikî di daxûyaniya xwe de bal kişan têkoşina li dijî rêxistinên li bi El Qaîdeyê re girêdayîne û wiha pê de çû: "Ez wan welatiyên me yên bi rûmet ên ku zarokên wan di hêzên biçek de cih digrin û ji bo maf û edaletê piştgiriyê didin pîroz dikim. Ew kesên ku berê alîkariya teroran kirine û yan jî ji wan hez dikin ji bo ku rewşa xwe carek din binirxînin em firsendeke nû didin wan. Heke ku ew naxwazin bibin sotemeniya vî şerê ku El Qaîde pêşîkêşiya wê dike bila aqilê xwe bînin serê xwe."
Malikî anî ziman ku hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin rakirina Rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û wiha dewam kir: "Ew operasyonên ku em ji bo rakirina vê rêxistina ku li Sûriye û Iraqê komkujiyan dike nîşan dide ku em di rêyeke rast de ne. Piştgiriyên navneteweyî yên ku didin me jî vê yekê piştrast dikin."
DYA, Îngilîstan û Îtalya yê diyar kiribûn ku ew ji bo operasyonên li dijî DÎŞIyê ku li Enbarê didomin piştgiriyê didin hikûmeta Iraqê.