BEXDA
Serokwezîr Nûrî el-Malikî ji bo gelê Iraqê banga desthevgirtinê kir û destnîşan kir ku Samara ji bo xayînên ku pê li xakê kirin dê bibe pêngava bersivdayînê."
Serokwezîr Malikî di axaftina xwe ya ku di têlevîzyona fermî ya Iraqê de hat weşandin ji bo gelê Iraqê banga desthevgirtinê kir û wiha got: "Guh nedin kesên ku di axaftina xwe de dubendiyê dixin nava sunî û şiiyan."
Malikî di axaftina xwe de bangî sûbayên ku li Samaraya bajarê Selahadînê ne kir û wiha got: "Komên xwefeda dê di nava çend saetan de bigihêjin wir û Samara ji bo xayînên ku pê li xakê kirinê dê bibe pêngava bersivdayînê."
Malikî qala rewşa artêşa Iraqê jî kir û wiha pê de çû:
"Di warê çek û techizatê de tu kêmasiyeke artêşê tunebû, lê artêş kete dafika ku hin derdoran danîbûn."
Malikî hişyarî da hin leşkerên ku ji ber pevçûnan revîn û got ku heke ew nezivirin nava yekîneyên xwe îdam jî di tê de dê cezayên giran bixwin.
Samara bajarekî stratejîk e û li ser rêya Mûsilê ye û 100 kîlomêtre dûrî Bexdayê ye.