11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) seferên xwe yên ji bo Samaraya bajarê Rûsyayê da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYyê îro seferên xwe yên ji bo Samarayê da destpêkirin.
Seferên THYê ji bo Moskova, St. Petersburg, Soçî, Rostov, Kazan, Stavropol, Ekaterînburg, Ufa û Voronejê hene û îro Samara lê hat zêdekirin.
Di hefteyê da 3 roj wê ji Stenbolê seferên Samarayê bên kirin. Rêwî tevî bacê wê bikaribin bi bihayên ji 159 dolarî dest pê dikin bilêtên çûn û hatinê bibirin.