BEXDA
Ahmedînejat ji aliyê Alîkarê Serokomarê Iraqê Hûdayr el-Hûzaî ve hat pêşvazîkirin. Ahmedînejat paşê derbasî ofîsa Serokwezîrtiyê bû û bi Malikî re hevditînek pêk anî. Li gor çavkaniyên dîplomatîk Ahmedînejat û Malikî li ser rûdanên li Sûrîyê, Lûbnan û dewletên din yên li herêmê diqewimin û têkiliyên Îran û Iraqê sekinîn.
Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî yê ku li Almanyayê tedawiyê dibînê 8 meh berê Ahmedmedînejat dewetî Iraqê kiribû û Ahmedînejat jî li ser vê dewetê Iraq ziyaret kir.
Tê çaverêkirin ku Ahmedînejat dê îro serdana tirba Xezretî Alî ya li Kerbelayê ye bike.