Serokomarê Îranê Hesen Rûhaniyê ku bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re hevdîtin kir, got: "Em îstiqrar û aramiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibînin."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Caferiyê ku ji bo beşdarî konferansa "Dinya li dijî zêdegavî û tûndiyê ye" bibe hatibû Tehranê bi Rûhanî re hat bal hev.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf jî di hevdîtinê de cih girt.
Serokomariya Îranê der heqê hevdîtinê de daxuyanî parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komara Îslamê ya Îranê ji serokê xwe yê dînî bigre heta neteweya xwe li bal xelqê Iraqê ye. Ev mesele di sepandinê de jî hat dîtin."
Hat ragihandin ku Caferî jî der heqê pirsgirêka terorî ya li welatê xwe de wiha got: "DÎŞIyê beriya qirkirina gel ewil kesên ku jê bawer kirine qir kir. Komara Îslamê ya Îranê ji bo aramî û ewlehiya herêmê gelekî hewl da. Di têkoşîna li dijî terorîzmê de beriya koalîsyona navneteweyî tevgeriya. Hê koalîsyona navneteweyî nehatibû damezrandin ji bo ku bajarên girîng nekevin destê dijmin alî welatiyên Iraqê kir."