SILÊMANÎ - Ahmet Aydın
Piştî ku encama ezmûnên qonaxa 12ê xwendingeha amadeyiyê hate ragihandin, keçeke ji bajarê Silêmaniyê, Çiro Ehmed Ebdûllah, li ser asta Herêma Kurdistanê 102,6 pûan bi dest xist û bû duyema Herêmê.
Çiro Ehmed, di sala 1995an ji dayik bûye, li bajarê Silêmaniyê Xwendingeha Rizgariya Nimûneyî ya Keçan xwendiye. Rewşa aborî ya malbata wê di asteke normal de ye. Bavê wê karker, diya wê kevaniya malê ye. Çar xwişk û birayekî wê heye.
Piştî ku pûanê Çiroyê diyar bûn, hevalên wê li xwendingehê pîrozbayî lê kirin. Di pey wan re jî peyamnêrê AAyê çû seredana wê û sohbeteke kin pê re kir.
Çiro, pêşî der barê rewşa xwe ya li qonaxa 12yê amadeyiyê de axivî û got: “Dema ku ez ji qonaxa 11an derbasî qonaxa 12an bûm, ez gelekî bi tirs bûm. Lê belê piştî hewldan û mandîbûneke zêde, bi piştevaniya Xwedê, min karî serbikevim. Di dawiyê de jî min ew pûanê bilind bi dest xist.
Piraniya şagirtên hevşêweyên Çiro, di qonaxa 12an de, ji bo ku wan perwerde bikin ji derve bi pereyekî zêde, mamosteyên taybet ji xwe re digirin. Lê belê Çiro berevajiyê vê bîr dikir û baweriya wê bi mamosteyên taybet nebûye. Xwe bi xwe rojane 12 katjimêr hewl daye û xebitiye.
Çiro di hemû qonaxên xwendinê de li ser asta xwendingehê pileya wê ya yekem hebûye. Lê belê wextê ku ew bi serkeftinê agahdar kirine, metel maye. Di baweriya wê de nebûye ku pileya dûyema Herêma Kurdistanê bi dest bixîne.
Çiro di dawiyê de pir malavayiya mamosteyên xwendingeha xwe dike ku ji bo bidestxistina vî pûanî zêde arîkariya wê kirine.
Çiro dixwaze ku di dahatûyê de bibe bijîşkeke dilsoz da ku xizmeta hevwelatiyên xwe bike.