WASHINGTON
Li Emerîkayê di komcivîna rûniştina ku der heq Îstîxbarata Emerîkayê telefonên gel guhdar kiriye de niqaş derket. Endamên Komcivînê û destûrmendên hikumetê ji ber guhdarkirina têlefonên gel ketin gengeşiyê. Endamên Kongreyê ji bo Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) gotin ku me destûra çêkirina danegehan tu carî bi armanca ku hemû axaftinên têlefonan di nav xwe de bihewîne nedaye.
Endamên komcivînê jî ji bo zêdekirina qewl gef li hikumetê xwarin, lewra destûra şopandinê di 2015an de diqede û ji bo ku pergal bê domandin divê qewl bê dirêjkirin.
Ev bernameya veşarî ya NSAyê ku qeydên hemû telefonan dişopîne ji aliyê xebatkarê berê yê CIAyê Edward Snowden ve hatibû eşkerekirin.
Hin parlamenteran jî diyar kirin ku ev destûr bi tenê ji bo "Lêpirsînên ku Ewlehiya Neteweyî eleqedar dike" hatibû dayîn. Çawa dibe ku qeydên hemû têlefonan tê şopandin. Heke hikumet li gor mewzûata bernameyê nikaribe agahiyên rast bide gel, divê teqez şopandina qeydên telefonan biqedîne.