Encama YDSyê ya heyama biharê eşkere bû û kesên ketin ezmûnê jî dikarin ji ser malpera OSYMê li encamên ezmûna xwe binihêrin.
OSYM daxuyanî da û diyar kir ku nirxandina YDSê ya ku di 5ê nîsanê de hatibû kirin bi qediya û namzedên ku ketibûn ezmûnê dikarin ji ser malpera OSYMê ya bi navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr" encamên ezmûna xwe hîn bibin.
Namzed wê bi numareya nasname û şîfreya xwe ve bikaribin bigihêjin encama ezmûna xwe.
Ji bo encama ezmûnê wê tu belge neyê amadekirin û ji namzedan re neyê şandin.