Xwendekarên Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Anadoluyê ya Şemzînanê yên ku di çarçoveya Projeya Erasmûsê de ji bo stajê çûn Komara Çekê dest bi perwerdehiya xwe kirin.
Ji Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Anadoluyê ya Şemzînanê koma ku ji 20 xwendekar û 3 mamosteyan pêk tê, gihîşt Pragê. Komê di çarçoveya Projeya Erasmûsê ya ku Ajansa Neteweyî û Wezareta Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê didê de dest bi stajê kir.
Midûrê Dibistanê û xwendekarên Beşa Teknolojiyên Înformatîkê Serkan Kazak diyar kir ku ji ber paskalyayê dibistana wan hat tetîlkirin û ji ber vê jî ew ê li Viyanayê bigerin û demekê jî wê biçin Berlînê.
Kazak ji saziyên ku ev proje li dar xistin re spas kir û ragihand ku ji ciwanên wan bi saya projeyê ji Şemzînanê tên perwerdehiya xwe li Ewropayê didomînin.