Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci der heqê bûyera ku tê îdiakirin bû sedema mirina Halîl Serkan Oz ê ku li Yalovayê mamostetî dikir de telîmata lêkolîna berfireh da.
Li gorî zanyariya ku ji Navenda Çapemeniya Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat wergirtin, Wezîr Avci bi têlefonê li malbata mamoste Oz ê ku di encama krîza dil de mir, geriya û sersaxî da wan. Herwisa Avci bo bûyerê telîmata lêkolîna berfireh da.
Hatibû îdiakirin ku Waliyê Yalovayê Selîm Cebîroglu hêrsa xwe li mamoste Oz anî û wekî bertek jî hin sendîkayan meş li dar xist û li dû meşê mamoste Oz krîza dil derbas kir û mir.