Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avcî yê li Eskîşehîrê karnameyên xwendekaran belav bike.
Xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navînê ji bo qeyda xwendegehên xwe yên nû bi kelecan in.
Serdema perwerde û hîndekariyê di 15ê îlonê de dest pê bike. Xwendekar dê di 23yê rebendana 2015an de têkevin betlaneya nîvsalê, piştî betlaneya nîvsalê di 9ê sibata 2015an de dest bi serdema dudan bikin û di 12ê hezîrana 2015an de jî serdemê biqede.
Li gor îstatîstîkên Wezareta Perwedeya Neteweyî yên 2013 û 2014an 17 milyon û 532 hezar û 988 xwendekaran di 61 hezar û 936 xwendegehan de perwerde dîtin. Di van xwendegehan de 873 hezar û 747 mamosteyan di 562 hezar û 882 polan de ders dan.