Piştî 3 meh betlaneyê 16 milyon û 400 hezar xwendekar û 873 hezar mamosteyan dest bi perwerdeya 2014 û 2015an kir.
Di perwerdeya sala 2014 û 2015an de milyonek 65 hezar xwendekarên pêşdibistanê, 5 milyon û 645 hezar xwendekarên dibistana seretayî, 5 milyon û 90 hezar xwendekarên dibistana navîn, 4 milyon û 600 xwendekarên lîse û lîseyên pîşeyê bi tevahî 16 milyon û 400 xwendekarî dest bi perwerdeyê kir. Milyonek 290 hezar û 770 xwendekarî dest bi pola yekemîn kir.
Di perwerdeya sala 2014 û 2015an de 873 hezar û 747 mamoste li ser kar in û dê 40 hezar mamosteyên nû jî bên tayînkirin.
-Davutoglu û Erdogan mamoste pîroz kirin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji telefonên mamosteyan re peyam şand û sala nû ya perwerdeyê pîroz kir.