Li Mûşê di "dibistana cêwiyan" da 21 cêwî perwerdeyê dibînin
Muş
Li Dibistana Seretayî ya Walî Adil Yazar a li navenda Mûşê ya ku 21 cêwî lê perwerdeyê dibînin, mamoste û xwendekar, ji ber ku pir dişibin hevdu, nikarin cêwiyan ji hev derxin.
Dibistana Seretayî ya Walî Adil Yazar a ku ji dibistanên herî qelebalix ên Mûşê ye, bi profîla xwendekarên xwe yên ku li Tirkiyeyê pir nadir e derdikeve pêş.
Dibistana ku 1742 xwendekarên wê hene û 42 xwîşk û birayên cêwiyên hêkekê jî lê perwerdeyê dibînin, ji ber vê taybetiya xwe wekî "dibistana cêwiyan" tê binavkirin.
Cêwiyên ku ji hêla fizîkî va pir dişibin hev, mamoste û xwendekar nikarin wan ji hev cuda bikin.
Mamoste di polan da ji bo ku van cêwiyên ku bûne xeml û rengê dibistanê ji hevdu derxin, rêbazên cuda bi kar tînin. Hinek mamoste ji cêwiyên keç dixwazin ku toqeyên cuda bidin serê xwe yan jî porê xwe bi nemûşên cuda vegirin û her wiha hin mamoste jî wan di polê da li cihên cuda didin rûniştandin da ku bikaribin navê wan ji ber bikin.
Abdulkadir Altayê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Dibistana Seretayî ya Walî Adil Yazar 21 cêwî perwerdeyê dibînin.
Altay sipasiya mamoste û rêveberiya dibistanê yên hewl didin xwendekaran bi awayê herî baş perwerde bikin kir û wiha got, "Li hin dibistanan 3 û 4 cêwî derdikevin pêşiya mirov lê li vir hebûna 21 cêwiyan bûye tewafûqeke baş. Ji ber vê jî wekî 'dibistana cêwiyan' tê binavkirin ku ev jî sipehîtiyeke cudatir e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
