Nêzî 18 milyonî xwendekarên di pêşdibistan, dibistan, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin û 900 hezar mamoste dê sibê bikevin betlaneyê.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci dê sibê li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Kizilcahamamê karneyan belav bike.
Piştî betlaneyê heyama duyem a perwerdeyê dê di 9ê sibatê roja duşemê dest pê bike û di 12ê hezîranê roja înê biqede.
Sala perwerde û hîndekariyê dê di 12ê hezîranê de biqede.
Sala perwerdeyê ya 2015-2016an jî dê 14ê îlonê roja duşemê dest pê bike.
Xwendekarên pola 8emîn dê di heyama duyem de ji dersên tirkî, matematîk, fen û teknolojî, dersa agahiyên dînî û exlaqî, dîroka înqilabê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî di 29-30yê nîsanê de bikevin ezmûna hevpar. Ezmûna telafiyê jî dê di 16-17ê gulanê de bê kirin. Tê plankirin ku encam jî di meha hezîranê de bê eşkerekirin.
- Betlaneyê de dê mamoste bên tayînkirin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî dê di betlaneyê de tayînên cîguhertinê yên koma sedemên taybet ên di nav bajaran de û nav bajêr bê kirin. Piştî van tayînan dê ji bo kadroya 15 hezar mamosteyan tayînkirinên ewil bên kirin.
- Ezmûnên ketina zanîngehê dê dest pê bikin
Merhaleya yekem a ezmûnên derbasbûna zanîngehê Ezmûna Ji bo Perwerdeya Bilind (YGS) dê 15ê adarê roja duşemê, Ezmûnên Bicîhkirina Lîsansê (LYS) jî dê 13-14 hezîranê de û 20-21ê hezîranê de bi 5 rûniştinan bê kirin.