Ji ber ku berf dibare li Mûş, Agirî, Qers, Erdexan û Ûşakê dibistan hatin tetîlkirin. Li Ûşakê destûra îdarî dan jinên ducanî û personelên seqet.
Li Mûşê ji ber berfê dibistanên giştiyê bajêr rojekê hatin tetîlkirin.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr daxuyaniya nivîskî da û got ku ji ber berfê dibistanên bajêr û navçeyan 10ê sibata 2015an roja sêşemê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku perwerdeya dibistanên herêmê yên biwargeh dê dewam bike.
Agirî
Li Agiriyê ji ber berfê dibistanên gundên li ser navenda bajêr, dibistanên gundên Eleşkirtê û dibistanên ku wesaît xwendekaran wê dibin û tînin rojekê hatin tetîlkirin.
Qers
Ji ber berfê dibistanên navenda Qersê û dibistanên navçeya Akyaka, Selîm, Susuzê û dibistanên Goleya navçeya Erdexanê rojekê hatin tetîlkirin.
Walîtiya Qersê daxuyanî da û ragihand ku ji ber berfê dibistanên navenda Qersê û dibistanên navçeya Akyaka, Selîm, Susuzê 10 sibatê roja sêşemê hatin tetîlkirin.
Erdexan
Ji ber berfê dibistanên Goleya navçeya Erdexanê rojekê hatin tetîlkirin.