Berfa ku li Kanîreşa navçeya Bîngolê barîbû niha ji bo welatiyan bû xeterî. Cenbelîkên ku bi siwêrnegan girtine yek û yek dikevin û rewşeke xeternak derdixin holê.
Ekîbên Midûriyeta Agirkujiyê yên Şaredariya Kanîreşê ji bo ku berf û cenbelîk di ser welatiyan da nekeve tevdîran digrin û berfa ser siwêrnegan paqij dikin.
Ekîbên agirkujiyê ji bo ku cenbelîk di ser welatiyan da nekevin bi pêlekana wesayîta agirkujiyê va cenbelîkan dişkênin û tînin xarê.
Li ser hin xanî û dikanan jî berf zêde heye û ji bo ku siwêrneg tep nebin welatî ser xanî û dikanan paqij dikin.
Ekîb her tim hişyariyê didin welatiyan ku bira ji bo cenbelîkan hişyar bin û di bin siwêrnegan da zêde nesekinin.