Li Şanliurfayê mamoste hem zarokan û hem jî dayikên wan perwerde dikin
Şanlıurfa
Li Taxa Saribalê ya li ser Wêranşehira navçeya Şanliurfayê xeyala jinan a ku dixwestin perwerdeyê bibînin, bi saya mamosteyên zarokên wan pêk hat.
Mamosteyên Dibistana Saribalê dema ku têgihîştin ku jinên taxê dixwazin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, bi navê "Projeya Rêwîtiya Herfan a Bi Dayika Min ra" amade kirin.
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr û Navçeyê proje qebûl kir.
Piştî qebûlkirina projeyê, Midûrê Dibistana Seretayî ya Saribalê Suleyman Benzer û mamosteyên dibistanê Şengul Bîrîncî, Hakan Bîçer, Ramîye Çîftçî û Emîne Bulut ji bo jinên gund qursa xwendin û nivîsandinê dan destpêkirin.
Mamoste ewil dersê didin zarokan û paşê jî jinan perwerde dikin.
Midûrê Dibistana Seretayî ya Saribalê Suleyman Benzer daxuyand ku qurs 2 meh e dewam dike û 15 jin di xwendin û nivîsandinê da gelekî pêşva çûne.
Mamoste Şengul Bîrînciyê jî got piştî ku jinan dest bi qursê kirine, fêrî xwendin û nivîsandinê bûne, daxwaz û eleqeya zarokan a ji bo dibistanê jî zêde bûye.
Mamoste Ramîye Çîftçiyê anî ziman ku jinên tên qursê gelekî kedê didin, bi hêsanî hin dibin û ji ber ku xeyala wan a xwendin û nivîsandinê pêk tê jî gelekî kêfxweş in.
Fatma Dansuka dayika 5 zarokan got dema wê bihîstiye qurs vedibe wê heman qeyda xwe çêkiriye û wiha axivî: "Em li gund dijiyan, diya min nexweş bû û ez qîza herî mezin a malbatê bûm. Min karên malê dikir, hemû xwişk û birayên min diçûn dibistanê, tenê ez neçûm. Min bi rastî gelekî dixwest bixwînim, lê qismet nebû. Qismet îro bûye."
Ruştiye Karacaya dayika sê zarokan jî wiha got: "Fêrbûna xwendin û nivîsandinê hesteke pir xweş e. Ez ji mamosteyên xwe ra gelekî spas dikim. Xwedê ji wan razî be ku xwendin û nivîsandinê fêrî me kirin."
