Perwerdehî

Li dibistanan piştî tetîla navberê zengila dersa ewil lê da

Buğrahan Ayhan  | 17.11.2025 - Rojanekırın : 17.11.2025
Li dibistanan piştî tetîla navberê zengila dersa ewil lê da

Ankara

Qedera 18 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyên dibistanên seretayî û navînî yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) piştî tetîla navberê ya ewil a vê serdema perwerdeyê li dersên xwe vegeriyan.

Di çarçoveya salnameya MEBê da tetîla navberê ya serdema yekem di 10-14ê Mijdarê da hat cîbicîkirin.

Mamosteyan di tetîla navberê da bernameyên xwe yên xebata pîşeyî bêyî ku biçin dibistanê, online kuta kirin.

Piştî tetîla navberê qedera 18 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyên dibistanên seretayî û navînî li dersên xwe vegeriyan.

Serdema yekem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2025-2026an dê di 16ê Rêbendana 2026an da bi dawî bibe. Tetîla Nîvê salê dê 19ê Rêbendana 2026an roja Duşemê dest pê bike û dê 30ê Rêbendana 2026an roja Înê jî bi dawî bibe.

Serdema duyem jî dê 2yê Sibatê roja Duşemê dest pê bike û 26ê Hezîranê roja Înê jî bi dawî bibe. Tetîla navberê ya serdema duyem jî di navbera 16-20ê Adara 2026an da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın