ANKARA
Ji bo kesên ku cara ewil wek mamoste bên tayînkirin, şertê "roja serlêdanê divê 40 salî mezintir nebin" ji rewacê hat rakirin.
Rêziknameya der barê Tayîn û Cihguherandina Mamosteyan a Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî îro di rojnameya fermî de hat weşandin.
Li gor vê, şertê ku digot "kesên ku wê cara ewil wek mamoste bên tayînkirin, divê roja serlêdanê 40 salî mezintir nebin" ji rewacê hat rakirin.