Mamosteyên jin ên li Degirmena gundê Çatakê ya li ser Hîzanê, digel hemû zehmetiyan xwendekarên xwe perwerde dikin.
Mamoste Zeynep Kîraza îzmîrî û Îpek Şekerciya antalyayî dev ji jiyana xwe ya ku hînê wê bibûn berdan û hatin gundê Çatakê. Mamoste niha ji malbatên xwe dûr di nav şert û mercên dijwar de, ji bo perwerdekirina zarokên herêmê hewl didin. Mamoste Zeynep û Îpek ji wan mamosteyên ku ji qewm û qismên xwe dûr dijîn dudu ne.
Ji ber nebûna derfetan mamosteyên gund li navçeyê dijîn û her roj serê sibê ji bo xwendekarên xwe bi kîlomêtroyan rê diçin û tên. Herwiha dibistana gund jî bi sobe ye û mamoste ji bo xwendekarên wan di polê de germ bin hewl didin.
Mamoste berî ku xwendekar bên dibistanê, tên êzingan amade dikin, sobeyên di polan de vêdixin. Mamosteyên fidakar xwendekarên xwe wekî zarok, xwişk û birayên xwe dibînin.
Mamoste Îpek Şekerciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku gundê Çatakê yekem cihê ku lê mamostetiyê dike ye û destnîşan kir ku ji bo perwerdeya xwendekarên xwe sibehê zû şiyar dibin û dikevin rê.
Şekerciyê got ku di navbera hefteyê de her roj saetek rê diçin û tên, herwiha dema ku digihîjin gund jî pêşî êzingan amade dikin, sobeyan vêdixin û wiha pê de çû:
"Ji ber ku ez ji Antalyayê hatim, min heta niha tu caran sobe vênexistibû. Bi alîkariya xwendekaran ez hînê vêxistina sobeyê bûm. Li vir hewa sar e û di hewaya sar de vêxistina sobeyê jî pir zehmet e. Lê him gundî him jî xwendekarê me zehf alîkariya me dikin. Şert û mercên jiyana li vir û ya Antalyayê ji hev du cuda ne. Lê digel hemû zehmetiyan hezkirina xwendekarên me hêjayî hemû tişti ye. Em ji bo wan li vê derê ne. Dema ku ez dibînim ew şad in ez jî bi wan re bextewar dibim."
Şekerciyê got ku par zivistanê carinan rêyên gund ji ber berfê hatin girtin û di rê de mexsûr man, ji ber vê yekê bi kîlomêtroyan meşiyan û piya hatin dibistanê.
-Xwendekarên me êzing birandin hînê me kir
Mamoste Zeyneba îzmîrî jî got ku ew cara ewil e ku rojhilatê Enqereyê dibîne, şert û mercên li vir zehf dijwar in û dema ku nû hatiye herêmê zehmetî kişandiye.
Zeynep Kîrazê got ku bi alîkariya xwendekar û gundiyan hînê herêm bûye û wiha dewam kir: "Dema ku ez hatim li vir nizanibûm ku sobe çawa tê vêxistin. Berê min qet sobe vênexistibû. Dema ku min cara ewil dibistan dît, mat bûm. Li dibisrtanê tenê em du mamosteyên jin hene û em mecbûrin ku bi hemû pirsgirêkan re eleqeder bibin. Ji ber sobe, serma û axaftina zarokan min gelek zehmetî kişandin. Ev cara ewil e ku ez têm rojhilat. Xwedi kir ku ez bûm mamoste û li vir im."