Hosteyê mobîlyeyan Zekî Okûyan ê ku li Hîzana navçeya Bitlîsê ji darên gûzê perçeyên mobîlyeyê çêdike, ji wan darên gûzê ên ku fêkî nadin û wekî êzing tên şewitandin jî berhemên hunerê çêdike.
Hosteyê mobîlyeyan Okûyanê ku ev 20 sal in li Hîzanê dişxule, darên gûzê yên ku li benda şewitînê ne tîne atolyeya xwe û ji wan mase, sandalye, dergûş, sehpa û rehleyên Qur'anê çêdike û difroşe çar aliyê welat.
Okûyan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku ew darên gûzê yên hişk ên ku fêkiyan nadin tîne atolyeya xwe û ji wan berhemên hunerê çêdike.
Okûyan diyar kir berhemên ku ji destên wî dertên ligel Bitlîsê li bajarên din jî tên firotanê û wiha xeberda: "Ez ji dara gûzê amûrên nav malê yên mîna mase, sandalye, dergûş û sehpayan çêdikim. Her sanaetkar nikare vî karî bike. Dara gûzê cinsekî gelek sexet e ji ber vê zehmet e ku meriv jê amûran çêbike. Çêkirina sandalyeke hêsan jî carna rojeke me digre.
Li ser teleba welatiyan em mobîlyeyên nav malê jî ji dara gûzê çêdikin. Heta niha min 8 ciwan perwerde kir û her yek ji wan kir hoste. Ez dikarim bêjim ku li Rojhilatê Anadoluyê kesên ku ji dara gûzê berheman çêdikin, tunene. Ji ber ku karekî dijwar e kerkes xwe nadê. Edene, Wan, Stenbol, Bursa û Sêrt di serî de em ji herderê Tirkiyeyê sîparîşan distînin."