Navê Kolana Tetwanê bi xebatên Qaymeqam Sedat Încî û meclisa şaredariyê ve wek Kolana Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî hat guhertin.
Qaymeqam Încî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bajarê wan dixwaze bi hezretî Bedîuzzeman ve bibe marqeyekî û ji ber vê jî navê kolana sereke jî divê li gor vê be.
Încî wiha axivî: "Hîzan cihekî qedîm ê ku xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye. Di vê dîrokê de bi taybetî dema selçûkî û osmaniyan de bûye navenda çand û ilmê. Hîzana berê di wê demê yani di sedsalên 17emîn û 18emîn de xwedî medreseyên herî mezin bû. Medreseyên him dersên dînê û him jî ilmên fenê didan hebûn. Şexsiyetên mezin ên ku di wan medreseyan de gihîştin û xizmetê dan welêt û erdnîgariya osmaniyan hene. Ji van yek jî Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ye. Dema dibêjin Seîdê Nûrsî Bidlîs, Hîzan û Nûrs tê bîra mirov."
- "Xebateke dereng mayî ye"
Încî daxuyand ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî di hemû dinyayê de tê nasîn û berhemên wî wergerandine gelek zimanan. Încî got ku navdayîna wî ya kolanê xebateke dereng mayî ye û wiha axivî:
"Ez sipasiya Serokê Şaredariyê Arîf Taylan û endamên meclisê dikim. Em ê lewhayê bi merasîmeke li gor nav û dengê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, bi beşdarbûna gelek mirovan ve him li serê kolanê û him jî xilasbûna kolanê ve biçîkînin. Li navçeyê niha lîseya îmam xetîbê tê çêkirin. Qaymeqamtiya me ji bo ku navê vê lîseyê jî bibe Lîseya Îmam Xetîb ya Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî dê xebatan bike."