Endamê Meclisa Partiyê yê HDPyê Gencay Gursoy di destpêka civînê de bi gotina, "Em ê we şaş û metel nehêlin, namzedê me Selahattîn Demîrtaş e" ve namzedê partiyê eşkere kir.
Piştî ragihandinê Demîrtaş hat li ser kursî û wiha dest bi axaftinê kir: "Ez wekî namzedê Serokomariyê li hizûra we me, ez ji vî jî serbilind im û ez spasiya we hemûyan dikim."
Demîrtaş wiha dewam kir: "Em ê di wextê kampanyayê de bibînin û bidin nîşan ku em ne bi serê xwe û takekesane namzedê Çankayayê nînin. Em cara ewil bi rêgez û daxwazên xwe ve wekî gel namzedê Çankayayê ne"
Demîrtaş got ku wê di hilbijartina Serokomariyê de hîzbê azadî, demokrasî, aşitî, birayetî û wekheviyê li gel kevneşopiya dewletparêz û bijarteyên navendî ve têbikoşin.
- "Namzeda jin kêmasiya herî mezin e"
Demîrtaş destnîşan kir ku kêmasiya herî mezin a hilbijartina Serokomariyê nebûna namzedeke jin e.
- Kurtejiyana Demîrtaş
Selahatîn Demîrtaş di sala 1973yan de li Elazigê hat dinê. Demîrtaşê ku ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû, qederekî parêzeriya serbest kir.
Demîrtaş wekî namzedê serbixwe bi piştgiriya BDPyê ve ji Hekariyê wekî parlementerê serdema 24an hat hilbijartin.
Demîrtaş zeviciye û bavê 2 zaran e û bi kurdî û îngilizî dizane.