Li herêmê ji ber pevçûn û operasyonan gelek cihên çiyayî yên ku hatibûn qedexekirin piştî pêvajoya çareseriyê hatin vekirin.
Herêma Daglicayê ya ku berê pevçûn çêdibûn û çemê Avaşînê piştî qedexekirin ji holê rabû tê ziyaretkirin û welatî dikevin çem ku hênik bibin.
Di meha remezanê de hewa qasî 38 pîleyî germ dibe. Welatiyên ku dixwazin hinekî hênik bibin xwe diavêjin çemê Avaşînê û heta dema fitarê avjeniyê dikin û li cihên şîn bêhna xwe didin.
Ji welatiyan Omer Oguz ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber ku hewa pir germ e ew bi zehmetî rojiyê digrin û wiha axivî: "Îsal remezan di meha herî germ a salê tê girtin. Bi rastî jî di vê germê de rojîgirtin pir xêr e. Hin caran em zehmetiyan dikşînin. Wê demê jî em bi hevalên xwe re tên herêmê û xwe diavêjin nav ava hênik a çem. Dîmenên xweş ên sirûştî mirovan diheyirîne. Em dixwazin ku her kes vê herêmê bibîne."