ANKARA
Li Enqereyê qezayeke trafîkê çêbû û di qezayê de kesek mir, jê 3 kes giran bi giştî 27 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve diçû û şofêrê wê Hidir Teber, plaqeya wê jî 06 VRA 56 bû, li ser rêya hawîrdor nêzîkî herêma Murtedê qeza kir. Şofêrê otobêsê Hidir Teber di cihê qezayê de mir û jê 3 kes giran, bi giştî 27 rêwî jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.