Li Stenbolê di operasyona rêxistina terorê PKKyê de 3 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet û Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Stenbolê bi hev re li Esesnyurt, Bagcilar û Kuçukçekmeceyê li ser 12 malan de girtin.
Firokeyên polêsan jî di operasyonê de hatin bikaranîn. Tîman 3 kesên ku tê îdiakirin ku endamên PKKyê ne binçav kirin. Di operasyonê de tivingeke nêçîrê ya otomatîk, alavên dijîtal û rêxistinî hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku 3 şikbarên hatin binçavkirin li Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê îfadeyê didin û li ser alavên ku hatine bidestxistin jî lêkolîn tê kirin.