Li Tengava Stenbolê di encama binavbûna tekneyeke suretê de 3 kesên ku tê de bûn jê yekî bi ajneyê xwe xelas kir û 2 kesên din jî wenda bûn.
Tekneya bilez ya ku hat tespîtkirin 3 kes tê de bû û li peravê Hîsara Anadoluyê ya Beykozê di dora saet 04.30yan de ji ber sedemeke nediyar binav bû.
Cengîz Korkmaz (32) ê ku di tekneyê de bû ajne kir û xwe gihand ser erdê. Li ser îxbarê polêsê behrê û tîmên Ewlekariya Qeraxan sewqî cihê bûyerê kirin.
Cengîz Korkmaz jî bi ambûlansê rakirin Newxweşxaneya Dewletê ya Beykozê.
Ji bo dîtina herdu kesên wenda ekîb xebatên xwe didomînin.