Haydar Şahin
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Li Umraniyeya navçeya navend a Stenbolê li dijî bazirganên hişbirê operasyon hat kirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê bi piştgiriya polêsên tevgera taybet va operasyona hemdem birin ser gelek navnîşanên li naveçeyê yên ku pêşda hatibûn tesbîtkirin.
Di çarçoveya xebatên ku firokeyên polêsan jî piştgirî danê da ekîb li navnîşanan digerin.
Di operasyona ku ber destê sibê dan destpêkirin da polêsan avêtin ser du navnîşanên li Kuçeya Silhê ya Taxa Dudulluya Jêrîn.
Hat ragihandin ku di operasyonê da hin kes hatin binçavkirin, lêgerîn hê dewam dikin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde be.