Zîrweya Xwendekariyê ya Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
Istanbul
Zîrweya Xwendekariyê ya Navneteweyî ISTSUM'25 dê bi temaya "Hûr be-Focus" di 27ê Berfanbarê da li Stenbolê bê lidarxistin.
Çalakiya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandina Global a wê, dê ji hêla Komeleya Xwendekarên Navneteweyî ya Babê Alem li Navenda Çandê ya Neslîşah Sultanê bê lidarxistin. Di çalakiyê da bandora veguherîna dîjîtal a li ser însan, civak û jiyana xebatê dê bê gotûbêjkirin.
Erkam Tuzgenê Midûrê Giştî yê Geliyê Înformatîkê, Nurullah Erê Dîrektorê Tecrubeya Xebatkarên Turkcellê, Oner Piyadeyê Midûrê Giştî yê SETCARDê, Prof. Dr. Şefik Şuayb Arslanê Midûrê Enstîtuya Hişê Çêkirî yê Zanîngeha Bogaziçiyê û Burcu Kosema Seroka Heyva Sor a Liqa Stenbolê dê wekî axêver di zîrweyê da cih bigirin.
Di çarçoveya çalakiyê da her wisa diyarî û peşkên surprîz jî bê hebin. Her wisa di navbera xwendekar, akademîsyen û nûnerên sektorê da derfeta peywendiyê jî dê çêbe.
Zîrweya ku Federasyona Komeleyên Xwendekarên Navneteweyî (UDEF), Şaredariya Fatîhê û Rêhewayên Tirk piştgiriya wê dikin, dê bi alîkariya Ajansa Neteweyî ya Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin.
Beşdariya zîrweyê bêucret e û agahiyên zêdetir û rûpela xweqeydkirinê li ser malpera "www.istsum.com"ê ne.
