Perwerdehî

Li bajarên rojhilatê yên Tirkiyeyê ji ber berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin

İsmail Şen  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 29.12.2025
Li bajarên rojhilatê yên Tirkiyeyê ji ber berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin

Elazig

Li Agirî, Wan, Hekarî, Şirnex, Mêrdîn, Bîngol, Elezîz, Sêrt û Şanliurfayê ji ber berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Li Elezîzê ji ber berfê li seranserê bajêr perwerde ji bo rojekê hate rawestandin.

Li Kîgiya navçeya Bîngolê ji ber berfa zêde û şert û mercên hewayê yên nebaş perwerde hate rawestandin.

Walîtîya Şanliurfayê ragihand ku li navçeyên Xelfetî û Bîrecîkê ji ber berf û şert û mercên hewayê yên nebaş dibistan hatin tetîlkirin.

Li Agirîyê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, li gundan û dibistanên ku xwendekar ji cihên dûr tên veguhastin perwerde ji bo rojekê hate rawestandin.

Li Eruha navçeya Sêrtê û her wiha li seranserê bajarên Hekarî, Wan û Mêrdînê jî dibistan hatin tetîlkirin.

Li Beytûşşebaba navçeya Şirnexê jî îro ji ber berf û qeşayê dibistan hatin tetîlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın