Otobêsa xwendekarên lîseyê ya ku ji bo gerê ji Îzmirê hat Eskîşehirê wergeriya û 43 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, şofêrê otobêsa ku plaqa wê 45 UV 707 e Muharrem Pati ye û otobês li ser rêya Kutahya û Înonuyê di kîlomêtreya 15emîn de li bariyerê ket û wergeriya.
Di qezayê de şofêr Pati û 43 xwendekar birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê ve rakirin nexweşxaneyên Eskîşehirê.
Li gor agahiyê xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Îzmirê ji bo gerê hatin Eskîşehirê.