Sûravêdkên ku li hin cihên Agiriyê dijîn dest bi koçê kirin.
Sûravêdkên ku li Gola Mesiyan û Gola Qulingan ên ku li Taşliçayê ne, Heyrangola ku li Elajgirê ye û Sazê Taxilka û Qerebulaxê ya ku li Bazîdê dijîn dest bi koçê kirin û ber bi başûr diçin.
Bi destpêka sermayê ve sûravêdk ji Agiriyê koçî sazên li Xelata navçeya Bidlîsê dikin. Sûravêdk demeke kurt li vê derê bîna xwe didin û paşê jî rêwîtiya xwe ya ber bi başûr didomînin.
Dema ku sûravêdk dest bi koçê dikin li hewayê dîmenên xweşik derdikevin holê. Refa sûravêdkan bala welatiyan dikişîne.
Werdegên qawerengî yên kêm tên dîtin jî bi refa werdegên din re koçî herêmên başûr dikin.