17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfa ku ji do berêvarê virda dibare tê texmînkirin ku germahiya hewayê ew ê qasî 3-6 pileyan dakeve.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, piştî berfa ku dest pê kir li Erdexan, Agirî, Qers, Erzirom û Ezirganê dibare hewayê ewravî, ewrsayî û baranî be. Li bendê ne ku li der û dora Îdirê şilî û şilopeyê bibare li herêmên jî berfê bibare.
Li herêmê bişev û destê sibê mij û cemd hebû û di nav rojê da baranê tesîra xwe winda bike.
Li bendê ne ku li herêmê germahiya hewayê di navbera 3 û 6 pileyan da dakeve. Bi şev germahiya hewayê li Erziromê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 2, li Erdexanê di binê sifirê da 1, li Agirî û Ezirganê 0 û li Îdirê jî 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Ezirganê 5, li Agiriyê 4, li Erzirom û Qersê 2, li Erdexanê jî pileyek be.