16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Erziroma ku li Tirkiyeyê ji bajarên herî sar yek e, bona ku heywanên bêxwedî yên mîna kûçik, pişîk û kîvroşk li derva serma nekin û necemidin, cil û textik danîn barakayên wan û bona şertên zivistanê hatin amadekirin.
Li Erziroma ku zivistanê germahiya hewayê heya 40 pileyî berjêrî binê sifirê dibe, li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Stara Heywanên Bêxwedî ya Şaredariya Mezin ku lê mêzekirin û dermankirina heywanên bêxwedî yên ji navend û navçeyên bajêr tê kirin, amadekariyên zivistanê kuta bûn.
Li navenda ku lê kûçik, pişîk û heywanên din ên kêdîkirî tên dermankirin, aşîkirin û xesandin, ji bo ku di serma û seqemê da heywan telef nebin tevdîr hatin standin.
Li navendê rojê biqasî 50 pişîk û 300 kûçik û kîvroşk, herwiha pez, dewar, dîk û mirîşk ên ku li ser rêyan tên dîtin, di bin çavdêriyê da ne.
Li ciyên guncaw ên navendê bona heywanan star û peltik hatin avakirin.
- Ji bo kîvroşkan koxekî "4+1" hat hazirkirin
Ji bo heywan serma nekin binê koxan bi xalîçe û texteyan hat raxistin û ji bo kîvroşkan koxeke "4+1" ku mezinahiya wê 6 mêtroqere ye hat çêkirin.
Li hewşa navendê ji xeynî kox ji bo heywanên bibask jî koxeke ji textan ku 10 mêtroqere ye hat çêkirin.
Bi saya kox û sitargehan wê heywanên li navendê serma nekin.
Ahmet Çagri Bîrdalê Midûrê Şaxa Karên Beytaran daxuyanî da nûçegihanê AAyê heeywanên bêxweyî diparêzin û tînin navenda rehabilitasyonê wiha got: "Piştî ku heywan tên aşîkirin û xesandin cardin berdidin çolê."
Bîrdal diyar kir ku hewanên li navendê bi Fakulteya Beyteran a Zanîngeha Ataturkê derman dikin.
- "Ji bo ku heywan zivistanê xwe ji sermayê biparêzin em holikan çêdikin"
Bîrdal got ku bi telîmata Şaredarê Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekmen va beriya zivistanê li navenda bajêr dest bi xebatên tezekirinê kirin û wiha pê da çû:
"Her kes şert û mercên zivistanê yê Erziromê dizane. Me xebatên xwe yên zivistanê yên ku ev 2 meh e dewam dikirin temam kir. Me li vê derê ji bo kuçikan holikên teze çêkir, holikên kewn jî teze kir. Ji bo ku kuçik zivistanê bi rihetî di holikan da bikevin pol avêtin binê holikan. Li herêmên bajêr ên din jî me sîstema germkirinê temîr kir û teze kir. Di dema barîna berfê da jî projeyên ku emê bikin hene. Ji bo ku heywan zivistanê xwe ji sermayê biparêzin em holikan çêdikin. Wek mayîn jî em xebatên din didomînin."
Bîrdal got ku ji bo kêrguşkan jî holikeke ku ji 4 ode û salonekê pêk tê çêkirine û wiha axivî: "Me ji bo heywanên bibask punik, ji bo pişîkan holik çêkir. Li vê derê em çiqasî bala xwe didin ser tenduristiya gel ew qasî jî didin ser ya heywanan."
Bîrdal destnîşan kir ku projeya xweyîkirina heywanan a teze temam kirin û armanca wan ew e ku projeyê çêkin.