Önder Beyter
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
VAN
Li Wan û Hekariyê ji ber şert û mercên hewayê rêyên 5 tax û goman hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li navçeya Başkaleyê berf û bagerê li ciyên bilind li ser jiyanê karîgeriyeke nerênî kir.
Li navçeyê rêyên taxên Yukaridalli û Mahmutabatê û heriwha gomên Aşagidalli û Koruyê ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Ekîbên dijî berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî, xebatên xwe didomîne.
- Germahî dê zêde bibe
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li Mûş, Bidlîs û Hekariyê hewa dê pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi şev mij û bûsî dê çêbe û herwiha germahiya hewayê jî dê 1-3 pile zêde bibe.
Tê pêşbînîkirin ku germahiya nava rojê ya herî bilind dê li Wan û Mûşê 10, li Hekariyê 9 û li Bidlîsê jî 8 pile be.
Tê texmînkirin ku li Gola Wanê hewa dê perçe ewrayî be û cih cihan jî dê bûsî çêbe, ba jî wê ji milê rojhilat û rojhilatê bakur bi hêza 2-4ê va were.
- Li Hekariyê rêyên 82 gund û goman hatin vekirin
Ekîbên dijî berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Hekariyê ji bo vekirina rêyên 9 gund û 21 gomên li ser navendê û herwiha 15 gund û 38 gomên li ser navçeya Yuksekovayê xebat dan destpêkirin.
Di encama xebatan da rêyên 24 gund û 58 goman hatin vekirin.
Xebatên vekirina rêya gomekê jî dewam dikin.