16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ERZURUM
Dibe ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji nîvroyê şûnva berf bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat sitandin, dibe ku li giştiyê herêmê germahiya hewayê navbera 3-5 pileyan de dakeve. Tê texmînkirin ku ji nîvroyê şûnva berf ê bibare.
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê wê berf bibare û danê êvarê gurr bibe.
Li Qersê bi şev pileya hewayê di bin sifirê de 3, Agiriyê di bin sifirê de 2, li Erzirom û Erdexanê di bin sifirê 1, li Îdirê 4 û Erzincanê 6 pile hat pîvan.
Li hin bajarên herêmê germahiya herî zêde ya hewayê wê wiha be: Li Îdirê 12, Erzincanê 10, Qers û Erziromê 7, Erdexan û Agiriyê 6 pile be.