16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya li 13 taxên li dorûbera Licê û Hênê bi dawî bû.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku li Licê û Hênêya navçeya Diyarbekirê ji bo ku can û malê gel bê parastin, endam û alîgirên rêxistinê bên berterefkirin, baregeh, depo, şikeft û sitargehên rêxistina terorê PKKê bên îmhekirin ji 14ê mijdarê vir va derketina derva hatibû qedexekirin. Qedexe îro ji 08.00an şûnde rabû.
Li taxên Licê yên Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Ergîn, Tuzlakoy, Çeper, Duru û Daralanê, li taxên Haniyê yên Topçular, Turaliya Jorîn, Kalaba, Seren û Uzunlarê ji 14ê mijdara 2016an saet 05.00an pê va qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.