Alikarê Serokwezîr Beşîr Atalay li ser çalakiya rûniştinê ya malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatine revandin wiha got: "Ez dixwazim bala we bikşînim li ser helwesta BDP, HDP û ûsluba siyasetmedaran. Bala xwe bidinê mijar çawa nirxandine. Ya rast, ev ji bo birêvebirên pêvajoya çareseriyê ezmûnek e. Ev pir girîng e. Em şaş û metel man. Dayik dibêjin 'em ê li zarokên xwe xwedî derbikevin.' Ev gotina dayikan şoreşek e."
Alikarê Serokwezîr Atalay, beşdarî komxebata bi navê "Vebûna Kilîta Tirkiyeya Nû: Komxebata Pêvajoya Çareseriyê" ya li Diyarbekirê hat lidarxistin bû. Atalay li vir bal kişand li ser çalakiya rûniştinê ya ku malbatên zarokên wan hatine revandin û wiha dewam kir: "Ji bo ku ev bertekeke civakî ye pir girîng e."
Atalay got: "Wekî ku min anî ziman divê mirov di vê pêvajoyê da baldar be da ku zirar negihîje pêvajoyê. Pêdiviya me bi alîkarî û piştevaniyê heye."
Alîkarê Serokwezîr Atalay daxuyand ku ev berteka dayikan bertekeke derengmayî ye û wiha pê de çû: "Bi dehan hezaran kes mirin. Ez di vê serdema aloz da bala xwe didime aliyên siyasî û helwesta wan. Min dît ku hevserokeke şaredariyê dibêje ev qad ji bo dayikan teng in, qadên Diyarbekirê têrî wan nakin. Ew şaş in da ku li vir çalakî li dar dixin."
Atalay destnîşan kir ku ji aliyê din ve hevserokek dibêje "ji bo ku pere dane dayikan, dayik çalakiyê li dar dixin", "kesî bi darê zorê ew nebirin, ew bi dawxaza xwe çûn", "temenê van ne biçûk e."
Atalay wiha dewam kir: "Kesê ku nikare empatiyê bike, bila bi pêvajoya çaresriyê re mijûl nebe. Lewra dê jê tiştekî fêm neke. Em bi hêsanî negihiştin van rojan. Pêşveçûn tiştekî hêsan nîne. Normalkirina welat ne hêsan e"