03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Silîvana navçeya Diyarbekirê di êrîşa biçek a terorîstên PKKa rêxistina terorê de çawîşek pispor giran birîndar bû û şehîd bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, çawîşê pispor ê cendirme li ser kolana Diyarbekirê ji wesayita xwe peya bû û terorîstên ku di wesayitekê da bûn, gule berdanê.
Çawîşê pispor di êrîşê da giran birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglu ya Silîvanê. Çawîşê pispor digel midaxaleyê xelas nebû.
Piştî êrîşê terorîst revîn û ji bo girtina wan operasyonê dest pê kir û didome.