Haydar Şahin
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê mamosteyan hespekî wesayît lê qelibî bû û birîndar bibû dîtin û li ser vê haya ekîbên îdareya taybet û yên şaredariyê pê xistin.
Mamosteyên gundên li dorberê di navbera gundên Dalbahçe û Suluçamê yên 25 kîlomêtre dûrî navendê ne da hespekî birîndar dîtin û haya Şaredariya Bazîdê pê xistin.
Li der û dorê rêça frenan û parçeyên wesayîtê hebûn li ser vê hat fehmkirin ku wesayîtê li hespê xistiye. Ekîbên îdareya taybet a navçeyê, yên midûriyeta agikujiyê û karên beytariyê yên şaredariyê ji bo xilaskirina hespê birîndar ê 400 kîloyî seferber bûn.
Ligel sermaya li herêmê ekîban eleqeyeke mezin nîşan dan û hespê birîndar bi kepçe û kindiran va ji rexê rê derxistin.
Wekî mayîn ekîbên ku di sermayê da zehf serma kirin destên xwe li ber eksoza wesayîta agirkujiyê germ kirin.
Hespê birîndar birin navenda parastin û xwedîkirina heywanên bêxwedî û li wê derê tê dermankirin.