Tirkiye

Li Tunceliyê barîna berfê

Li Ovacikê ji danê nîvro şûnda barîna berfê dest pê kir ku di encamê da navçeyê xemla spî li xwe kir.

Önder Beyter  | 14.11.2018 - Rojanekırın : 18.11.2018
Li Tunceliyê barîna berfê

Tunceli

TUNCELΠ

Li Ovacika navçeya Tunceliyê ji danê nîvro şûnda barîna berfê dest pê kir ku di encamê da navçeyê xemla spî li xwe kir.

Li navçeyê duh tavî û sermaya ku ji danê êvarê pê va tesîra xwe nîşan da, ji danê nîvro şûnda vegerand berfê.

Bi barîna berfê ra darên pelneweşiyayî û wesayît bi temamî bi xemla spî xemilîn.

Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin. Li aliyekî jî, bi ketina berfê ra li navçeyê dîmenên mîna yên li ser postkartan çêbûn.

Xelkê navçeyê Nurcan Biterê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku navçeya Ovacikê her demsal sipehî ye.

Biterê bal kişand ku navçeya Ovacikê zivistanê jî sipehî ye û wiha dewam kir, "Îsal li navçeyê zûtir berf barî. Em hînî zivistanê bûne. Lê dîsa jî bira zêde serma çênebe. Bira germ be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın