17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê astengî çêdibin rêyê gund û taxan têne girtin.
Li herêmê duh êvarê berfê lê kir, ji duh êvarê ve li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Erzincanê berf dibare.
Li herêmê ji êvarê heta serê sibê berf barî, herêm ji ber berfê spî bû. Li Agiriyê bilindiya berfê 2, Erzirom û Qersê 7, Erdexanê 25 santîmetre ye. Li navenda kaşokê Cibiltepeya li Sariqamişa navçeya Qersê bilindiya berfê 10 santîmetre hat pîvandin.
Li herêma Erzincanê rêya 127 gundan li Erziromê jî rêya 84 taxan ji ber berfê hat girtin.
Ekîbên Rêbej, Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyê ji bo vekirina rêyan li herêmê xebatên xwe didomînin.
Li herêmê ji ber berf û cemedê ajokaran tengasî kişand, destê sibê hin welatiyan berfa ser wesayîtên xwe yên welatiyan jî berfa pêşiya dikanên xwe paqij kirin. Li herêmê xebatkarên şaredariyan jî berf û cemeda li peyarêyan paqij kirin.
Li herêmê dîmenên xweşik derketin holê, zarok û hin welatî derketin bi berfê kêfa tetîlê derxistin.
- Hişyariya cemedê
Şeftiya Şaxa 183emîn a Rêbejayê daxuyand ku li herêmê germahiya hewayê wê bikeve, li hin cihan berfê bibare û qeşayê çêbibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê di wesayîtên welatiyan de ji bo tevdîrê taqoz, xeleqa kişandinê û zincîr hebin.