Li Onîkîşubata navçeya Kahramanmaraşê minîbusek û wesayîtek li hev qelibîn û di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa ku şofêrê wê Muhammet Bîlgîç û plaqa wê 46 DP 566 bû li taca Kurtlarê bi wesayîta ku şofêrê wê Erdal Kaçali û plaqa wê 46 HV 821 bû ve li hev qelîbî.
Di qezayê de herdu şofêr û Ayşe, Maşîde, Suleyman û Sumeyye Bîlgîça rêwiyên minîbusê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.