Li Turkogluya navçeya Kahramanmeraşê tirimbêl û motorsîklet li hev qelibîn, di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tirimbêla bi plakaya 46 NY 518 a ku ajovanê wê Mehmet Ogûl bû û motorsîklêta bi plakaya 46 NP 562 a ku ajovanê wê Okkeş Parladogmûş (25) bû li ser rêya navbera Meraş û Edenê li hev ketin.
Di qezayê de Okkeş Parladogmûş, Serkan Parladogmûş (6) û Necatî Demir (14) birîndar bûn.
Ekîbên serwîsa acil 112, birîndara bir Nexweşxaneya Tibê Zanîngeha Sutçu Îmam û Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazilê. Tedawiya birîndaran dewam dike.