Malikî di televizyona El-Iraqiyeyê ya dewletê de axivî û da zanîn biryara ku du roj berê ji bo vekişandina leşkeran dabûn betal kirine û dê yekîneyên nû bişînin herêmê. Malikî diyar kir ji ber ku pevçûn didomin tewdîrên nû girtine û wiha dewam kir: "Em leşkerên xwe yên ku li wê derê paşve nakêşin û em ê yekîneyên nû bişînin herêmê.
Malikî da zanîn, ji bo bidawîbûna pevçûnan amade ne ku bi serokeşîran re bên balhev û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku bi niyeteke baş bi wan re hevdîtinê bikin. Em bi wan kesên ku bûne sedema van bûyeran re guftûgoyê nakin. Pevçûnên ku li herêmê diqewimin ji bo desthilatiyê ye. Van komên biçek bi pevçûnan dixwazin ku di qada siyasetê de ji xwe re cih çêbikin. Ne bi tenê li Ramadiyê li tu derên Iraqê em ê destûrê nedin ku tu kes bikaribe pergala dewletê binpê bike. Ez soz didim ku em ê bi wan kesên ku li hemberî dewletê radibin re hertim şer bikin."
Di vê navberê de îro serê sibê li ser rêbeja navneteweyî ya rojhilatê Fellûceyê pevçûn dest pê kir.